New Album

New CD of Genco

 

"   Z I M A N "


 

New CD of Genco

 

Hûn bi xêr hatin

HOZAN GENCO
Silav ji tev dostan re!

Piştî xebatekî dûr û dirêj, Ez dilşad im ku albûma nû "Pîroz Dikim" derket.

Ez spasiya xwe ji Mamoste Cemal Karadayı, Aranjor Mustafa Budan û Weşangeh

MÎR Mûzîk, Amadekarê klîpê Baran Film re dikim ku  min tenê nehiştin û di vê

rêya nû de destek  dan min.

Tev ji dost û hevalan re jî silavên

germ birêdikim.

Hozan Genco

Web Links

ROJ TV
Azadiya Welat
Dicle News
FERHENG
Em keç û lawên kurd in - Hevpeyvîn bi Hozan Genco re PDF Yazdır e-Posta
Pazar, 21 Eylül 2008 08:37

Hozan Genco - yeni Özgür Politika

Stranbêj Genco klîbek ji strana xwe ya bi navê “Ez Lawê Kurd im“ ku tê de berxwedana dîrokî ya Zapê tê zimên, kişand û klîb niha di televizonan de tê weşandin.

Me di derbarê sedem û pêvajoya klîbê de hevpeyvîk bi stranbêj Genco re çêkir.

We çima navê klîba xwe kiriye “Ez Lawê Kurd im“ ?

Berxwedana Zapê ji bo kurdan û neyarên wan bû sembolek. Ew berxwedan bû sedemê moralekî mezin ji bo gel û tekoşîna wî. Dema min berxwedana Zapê dît, min pêwistî bi klîbeka wiha dît. Bi baweriya min di vî warî de erkekê mezin kete ser milê stranbêjan jî. Ez jî bi erka xwe rabûm û min xwast bibêjim ku em keç û lawên kurd in, li ser çiyayên xwe yên azad in û nahêlin tu kes derbasî ser axa me ya azad bibe. Armanca min bi taybetî ew bû ku berxwedan û serkeftina gerîla bînim li ser zimên.
We kengî dest bi amadekirina vê klîbê kir?

Amadekirina klîbê ji 15´ê adara vê salê dest pêkir. Min û hevalê Evdile Cizîrî bi hev re amadekariyên wê meşandin. Ez gelekî li ser fikirîm ka emê klîbê herî baş çawa pêşkêşî gel bikin. Yek ji armancên min yê bingehîn ew bû ku bi riya klîbê berxwedan û serkeftina dîrokî ya Zapê bi ciwanan bidim nasîn. Di warê montaj û dewlemendkirina dîmenan de Baran Fîlm ji bo amadekirina klîbê roleke mezin lîst.

Em piçekî agahdariyên di derbarê naveroka klîbê de ji we bibihîzin...

Klîb piralî ye. Yekemîn serkeftina gerîla ya li Zapê tê destnîşankirin. Serhildana gelê me yê qehreman ya di Newroza îsal de ya ku rabûn li ser piyan û bi gerîlayan re bû yek jî di klîbê de tê dîtin. Bêguman nirxên meyên herî mezin, yanî şehîdên me jî di şexsê şehîd Zîlan de tînin bîranîn.

Hûn di dema amadekariyên klîbê rastî çi astengiyan hatin?

Pirsgirêka me ya herî mezin ew ku em ne li ser axa xwe ne. Em ji wê çavkaniyê dûr behsa bûyer û qehremantiyên li wê axê pêk tên dikin. Ev astengî di gelek waran de ji bo me dibe pirsgirêk. Ji bilî meseleya klîbê, ev yek bi giştî bandorê li ser hunerê dike. Dîmenên ku mirov dixwaze peyda nabin. Lê belê li hemberî hemû astengiyan, hevalên Mîr Muzîkê hewl dan ku klîb bi awayekî xweşik pêşkêşî gel were kirin

Gelo ev stran di çarçoweya stîle we de ye an we stîleke taybet hilbijart?

Ji ber misyoneke stranê heye, min pêwistiya hinek guhartinan dît. Di warê ritîm de hinekî guhertin heye. Bi taybetî stîleke wisa ye ku mirov bala ciwanan bikaribe bikşîne. Ji xwe wekî min li jor jî got, klîb bi taybetî ji bo ciwanan hate amadekirin û ji wê yekê min pêwistiyeke wisa dît. Lê belê muzîk ji hemû waran ve muzîkeke kurdî ye. Di stranê de ji bilî min, dengê hevala Besê, hevala Zozan, hevalê Cewad Mervanî û yê hevalê Memo jî heye. Ahengiya wan dengan zindîbûnek dan stranê.

YUKSEL TOPRAKLI/ HANNOVER



YENİ ÖZGÜR POLİTİKA