| EZ LAWÊ KURD IM |
|
|
|
| Çarşamba, 14 Ocak 2009 14:41 |
|
YUKSEL TOPRAKLI
- We çima navê klîba xwe kiriye “Ez lawê kurd im"? Berxwedana Zapê ji bo kurdan û neyarên wan bû sembolek. Ew berxwedan bû sedemê moraleke mezin ji bo gel û têkoşîna wî. Dema min berxwedana Zapê dît, min pêwîstî bi klîbeke wiha dît. Bi baweriya min di vî warî de erkekê mezin ket ser milê stranbêjan jî. Ez jî bi erka xwe rabûm û min xwest bibêjim ku em keç û lawên kurd in, li ser çiyayên xwe yên azad in û nahêlin tu kes derbasî ser axa me ya azad bibe. Armanca min bi taybetî ew bû ku berxwedan û serkeftina gerîla bînim ziman. - We kengî dest bi amadekirina vê klîbê kir? Amadekirina klîbê ji 15´ê adara vê salê dest pê kir. Min û hevalê Evdile Cizîrî bi hev re amadekariyên wê meşandin. Ez gelekî li ser fikirîm ka em ê klîba herî baş çawa pêşkêşî gel bikin. Yek ji armancên min ê bingehîn ew bû ku bi riya klîbê berxwedan û serkeftina dîrokî ya Zapê bi ciwanan bidim nasîn. Di warê montaj û dewlemendkirina dîmenan de Baran Fîlm ji bo amadekirina klîbê roleke mezin lîst. - Em piçekî agahdariyên der barê naveroka klîbê de ji we bibihîzin... Klîb piralî ye. Yekemîn serkeftina gerîla ya li Zapê tê destnîşankirin. Serhildana gelê me yê qehreman ya di Newroza îsal de ya ku rabûn li ser piyan û bi gerîlayan re bû yek jî di klîbê de tê dîtin. Bêguman nirxên me yên herî mezin, yanî şehîdên me jî di şexsê şehîd Zîlan de tên bîranîn. - Hûn di dema amadekariyên klîbê rastî çi astengiyan hatin? Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku em ne li ser axa xwe ne. Em ji wê çavkaniyê dûr behsa bûyer û qehremantiyên li wê axê pêk tên dikin. Ev astengî di gelek waran de ji bo me dibe pirsgirêk. Ji bilî meseleya klîbê, ev yek bi giştî bandorê li ser hunerê dike. Dîmenên ku mirov dixwaze peyda nabin. Lê belê li hemberî hemû astengiyan, hevalên Mîr Muzîkê hewl dan ku klîb bi awayekî xweşik pêşkêşî gel bê kirin - Gelo ev stran di çarçoveya stîle we de ye an we stîleke taybet hilbijart? Ji ber mîsyoneke stranê heye, min pêwîstiya hinek guhartinan dît. Di warê ritîm de hinekî guhartin heye. Bi taybetî stîleke wisa ye ku mirov bala ciwanan bikaribe bikişîne. Ji xwe wekî min li jor jî got, klîb bi taybetî ji bo ciwanan hate amadekirin û ji wê yekê min pêwîstiyeke wisa dît. Lê belê muzîk ji hemû waran ve muzîkeke kurdî ye. Di stranê de ji bilî min, dengê hevala Besê, hevala Zozan, hevalê Cewad Mervanî û yê hevalê Memo jî heye. Ahengiya wan dengan zindîbûnek dan stranê. |








HANNOVER - Stranbêj Genco klîbek ji strana xwe ya bi navê “Ez lawê kurd im“ ku tê de berxwedana dîrokî ya Zapê tê ziman, kişand û klîb niha di televizonan de tê weşandin. Me der barê sedem û pêvajoya klîbê de hevpeyvînek bi stranbêj Genco re çêkir.