New Album

New CD of Genco

 

"   Z I M A N "


 

New CD of Genco

 

Hûn bi xêr hatin

HOZAN GENCO
Silav ji tev dostan re!

Piştî xebatekî dûr û dirêj, Ez dilşad im ku albûma nû "Pîroz Dikim" derket.

Ez spasiya xwe ji Mamoste Cemal Karadayı, Aranjor Mustafa Budan û Weşangeh

MÎR Mûzîk, Amadekarê klîpê Baran Film re dikim ku  min tenê nehiştin û di vê

rêya nû de destek  dan min.

Tev ji dost û hevalan re jî silavên

germ birêdikim.

Hozan Genco

Web Links

ROJ TV
Azadiya Welat
Dicle News
FERHENG
Ji Genco CD2 PDF Yazdır e-Posta
Perşembe, 25 Haziran 2009 22:51

Ji Genco Albûma nû

 

genco cd.jpg - 927.03 Kb 

Stranbêjê kurd Genco bi dengê xwe ê nûjen, bi CD’ya bi navê ‘Ziman’ dê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe.

Di salên dawî de Genco bi dengê xwe û hunera xwe ve balê dikişîne û bi CD’ya xwe ya 2’emin a bi navê ‘Ziman’ digihêje hezkiriyên xwe. Genco anî ziman ku ev CD wekî yekem CD’ya profesyonele. Genco got ku xwesteka wî ya herî mezin azadbûna zimanê kurdî ye. Di CD’ya ku Aydin Muzîkê de derket 13 berhem cih digirin. Gotun û muzîka 8 stranan yên hunermend in. Her wiha 4 stran ji ên Cemal Karadayi ne. Genco bi şêwazê xwe ya xweser û dengê xwe ê nûjen ve balê dikişîne. Genco diyarkir ku ji zarokatiya xwe ve giranî daye zimanê dayîkê starên xwe piranî bi zimanê xwe straye. Derbarê navê albûmê de hûnermend Gênco wiha diaxife: “Zextên li ser zimanê kurdî didomin, qedexe li ser zimanê kurdî ber dewa me û ji bo vê min ev nav li albûmê kir. Min biryara vê strana bi navê ‘ziman’ di dema cejna zimanê kurdî dihate pîrozkirin de da. Zextên li ser zimanê didomen divê em li hemberê van zextan û qedexeyan derkevin.” Genco cûdabûna vê berhema xwe jî wisa anî ziman: “Ya yekem stranek zazakî heye ez zazakî nizanim lê mi stranek gotiye. Dîsa stranek li ser rûkeniya Serokatî bi tirkî mi stra ye. Her wiha bi estrumenên herêmî mi karkiriye ez di wê baweryê dame vê carê berhemek baş dê derkete holê.”Albûma Hûnermend Gênco ya bi avê ‘Ziman’ di van rojan de digihije destê muzîkhêzan.

YUKSEL TOPRAKLI/ HANNOVER



YENİ ÖZGÜR POLİTİKA